TR KU SO
FB X
Cîhan

'Endamên NATOyê S-400an entegreyî berevaniya xwe nakin'

Admin H
Nivîskar
📅 02 tebax 2019 19:58

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di civîneke rojnamevanî ya li Brukselê de derbarê betalkirina Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîlnavîn (INF) ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve û li ser mijara kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve daxuyanî dan.

Stoltenberg ji bo mijara S-400an ku teslîmata wê bo Tirkiyê dest pê kiriye got, "Planeke NATOyê ya ku pergala parastinê S-400an, li welatekî endamê hevpeymaniyê entegreyî sîstema berevaniya welatê endam bike nîne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê li ser vekişandina Amerîka û Rûsyayê ji peymana INFyê jî diyar kir ku NATO piştî betalbûna peymanê çekên nukleerî li Ewropayê bicih nake.

Stoltenberg herwiha destnîşan kir ku NATO biryardariya xwe ya bo kontrolkirin û nehiştina berbelavbûna çekên bibandor didomîne û got, NATO dixwaze têkiliyên avaker bi Rûsyayê re pêk bîne.

Parve bike: