Enqerê Iraq û Îsraîlê ji lîsta zêdekirina henardeyê derxist
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Tirkiyeyê, Îsraîl û Iraqê ji lîsteya zêdekirina henardeyê ya 2024an derxistiye.
Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan Îsraîl û Iraq ji lîsteya ku dihat xwestin di 2024an herî zêde henarde lê bê kirin derxistine.
Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê “Lîsteya Hinardeyê ya Welatên Armanc” a sala 2024an amade kir û ji Desteya Giştî ya Pêwendiyên Derve ya Aborî, Bankaya Krediya Henardeyê ya Tirkiyeyê û Yekîtiya Borsa û Jûran a Tirkiyeyê re şand.
Wezaretê, li gel Îsraîl û Iraqê welatên ku di lîsta 2023yan de hebûn ên wek Mozambîk, Komara Demokratîk a Kongo û Sûdanê jî ji wê lîsteyê derxistin.
Piştî lîsta nû hate ragihandin, li bakurê Kurdistanê, bi taybetî ji lîstê derxistina Iraqê bû sedema nerazîbûnan.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya da zanîn ku ev biryar, li dijî bazirganiya Herêma Kurdistan, bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê derbeke mezin e.
Mehmet Kaya diyar kir ku sînorê Tirkiye Herêma Kurdistan û Iraqê re hene, gelek kompaniyên mezin ên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistan û Iraqê kar dikin û got: “Biryar bi çi sedemê hatibe wergirtin jî biryareke şaş e û hêvîdar im ji vê şaşiyê vegerin.”