TR KU SO
FB X
Cîhan

Erd heziya: 7 mirî û 12 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 24 mijdar 2020 05:28

PeyamaKurd – Li welatê Kolombiyayê bi sedema barîna barana zêde, erd heziya û kulubekî şevê di bin axê de ma. Ji kulubê heya niha 7 cenaze hatin derxistin û 12 kes jî birîndarin.

Bûyer li herêma rêvebiriya Antioquiayê li navçeya Cachirime çêbû. Niha jî xebeta rizgarkirina kesên di bin axê de mane dewam dike.

Parêzgerê Antioquiayê Anibal Gaviria ragihand ku li herêmê rewşa lezgîn îlan kirine, talûka hezê dewam dike û divê hemwelatî li xwe miqatebin.

Parve bike: