Erdogan bang li Amerîkayê kir: Were meydanê
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku: "Hin kes qaşo dixwazin bi aborî, mueyîde, kur, dowîz, faîz û enflasyonê gefê li me bixwin.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Salona Sporê ya Enqereyê ku Kongreya Mezin a Asayî ya 6emîn a AKPê lê hat kirin de axivî.
Erdogan bal kişand ser rûdanên aboriyê yên ku di rojên dawîn da pêk tên û wiha got: "Hin kes qaşo dixwazin bi aborî, mueyîde, kur, dowîz, faîz û enflasyonê gefê li me bixwin. Em ji wan re dibêjin me lîstika we dît û em li meydanê ne."
Erdogan wiha domand: "Em wisa bawer dikin ku miya kol helbet wê heqê xwe ji miya kel bistîne, em ê vê baweriya xwe jî bidomînin. Em li ber kesên dinyayê diemilînin û ji xwe ra pergala refahê ava dikin serî natewînin û em ê netewînin jî."
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan got: "Em teslimî kesên bi zahirî wekî hevalên stratejîk xuya dikin û di her gavên xwe da me ji xwe ra dikin hedefên stratejîk nabin û em ê nebin jî.