Cîhan
Erdogan bi Merkel re axifî
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya video konferansê bi serokwezîra Almanya bi Angela Merkel re axifî. Di axaftinê de her dû teref behsa têkiliyên duqolî û di dewra nûh de li ser pêwendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpayê axifîn. Tirkiye xwestiye ku rûpelekî nû bi Yekîtiya Awrûpayê re veke û bi sedema tewrê Merkelê yê erênî sipasiya Merkelê kiriye.
Erdoğan ragihandiye ku dixwaze bi Yûnanistanê re dest bi hevdîtinan bike lê terefê Yûnan ji hevdîtinan xwe dûr dixe. Erdoğan behsa rojenakirina Mutabakata 18 ê adarê dike ku binkeya biryarên civîna zîrweya dawî ya lîderên Awrûpaye. Erdoğan her weha bi sedema hatina sersala nû, sersala Merkelê pîroz kiriye.