Erdogan careke din Singal wek hedef nîsan da
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Hedefa me ew e, Qendîla ku em wekî serkêş dibînin û Şingala ku xwe amade dike bibe Qendîla nû, ji rêxistina terorê ya cudaxwaz safî bikin."
Erdogan bi minasebeta vebûna Sala 2yemîn a Qanûndanînê ya Serdema 27emîn, li Meclisê xîtabî parlamenteran kir.
Serokkomar Erdogan li ser mijara têkoşîna bi PKKê re wiha got: "Hedefa me ew e, Qendîla ku em wekî serkêş dibînin û Şingala ku xwe amade dike bibe Qendîla nû, ji rêxistina terorê ya cudaxwaz safî bikin."
-Li ser têkiliyên bi Amerîkayê re
Serok Erdogan der heqê peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê da jî wiha bal kişand, "Keşeyekî ku ji ber têkiliyên xwe yên tarî yên bi rêxistinên terorê ra tê darizandin dikin hincet û li dijî welatê me astengkirinan derdixin. Lêbelê em jî bibiryar in ku di nava sînorên dîplomasî û hiqûqê da bi vê têgihîştina xwar ra têbikoşin.”
-Li ser têkiliyên bi Rûsyayê re
Erdogan derbarê pêwendiyên bi Rûsyayê re jî bal kişand ku ji bo xirabkirina peywendiyên Tirkiye-Rûsyayê pir provokasyon hatin kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku navbera me û Rûsyayê xirab bikin jî gelek provokasyon hatin kirin. Wekî herdu alî, em aram û hêsa tevgeriyan û me pirsgirêk çareser kirin. Înşelah em ê di serdema pêşiya me da vê iqlîma erênî ya di navbera me û Rûsyayê da xurtir bikin."