Cîhan
Erdogan danûstandina bi Esed re eskere kir
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku pêwendiya wan ligel rejîma Sûriyê ya Beşar Esed heye û di warê rêxistinên îstixbaratê de danûstandinê dikin.
Erdogan got, ‘Niha bi Sûriyê re em polîtîtikaya asta jêrîn a derve dimeşînin” û wiha axivî:
“Rêxistinên îstixbarî di vê çarçoveyê de ne wekî danûstandina serokan e. Gelek caran dibe ku serok ji navberê derkevin, vê yekê rêxistinên îstixbarî dinirxînin. Heger dijminê me jî be, divê em benê têkiliyan bi temamî qut nekin. We dît ku rojekê ew ben ji me re lazim bû. Divê em vê kevneşopê li gor dîroka xwe ya siyasî binirxînin. Heke em ketibin Efrîn, El Bab, Idlib û Cerablusê ev ji bo ku wê tiştek ji hinekan were ye ye.”