Cîhan
Erdogan: Derketina derve ya ji 21.00 ê heya 05.00 ê sibê dê her dewam bike
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî civîna kabîneya xwe ragihand ku dê qedexeya derketina derve weka berê an ku ji 21.00 ê şevê heya sibê siet 05.00 ê her dewam bike.
Erdoğan di civînê de biryarên hatine sitendin bi raya giştî re parve kir. Biryarê hatin ragihandin wehane:
- Kafe, xwaringeh, kiraatxane û yên şîraniyê difroşin, ji bilî di bajarên ku talûka wan zêdeye, dê li bajarên din siet di navbera 07.00 û 19.00 an de dikaribin dikanên xwe vekin. Wê muşterî li gor ciyên kargehê %50 karibin birûnên. Eger 50 kursiyên wan hebin dê 25 kes karibin birûnin.
- Li bajarên ku talûka wan kême an navçene, qedexeya dawiyê hefteyê bi temamî radibe. Li bajarên talûka wan bilind û zêde bilind de bo demekî dinê jî dê roja yekşemê dewam bike.
- Wê di dibistanên polên 8 an û 12 an de perwerde dewam bike.
- Kêmkirin an zêdekirina tedbîran girêdayê rewşa rojaneye.
- 81 bajar li gor rengan ji hev hatine veqetandin: Yên talûka wan kêm bi rengê şîn, yên orte an navçe bi rengê zer, yên talûka bilind bi rengê tûrûnc û yên talûka wan herî bilind bi rengê sor navandîne.
- Dê her hefte halê her bajarê bê destnîşankirin. Eger talûke zêde bibe, wê serbestiya bajêr bê kêmkirin.
- Qedexeya dawiya heftê li bajarên talûka wan kêm û orte bi temamî radibe. Li bajarên kategoriya bilind û zahf bilind wê roja yekşemê dewam bike.
- Li temamê welat qedexeya derketina derve ji 21.00 ê heya 05.00 ê siba dê dewam bike.
- Li bajarên talûka wan kêm û orte, dibistanên navendî û di lîseyan de dê perwerde destpêbike.
- Sehayên bi xalî, hewzên avjeniyê û tesîsên weka wan dê karibin li bajarên talûka wan kêm û orte de ji 9 ê siba heya 7 ê êvarê bixebitin.
- Mersamên weka nîkahan wê li bajarên talûka wan kêm û orte 100 kes û li bajarên talûka wan bilind û zahf bilind ji 50 kesan derbas nebe û yek sietekî karibin merasima xwe an ahenga xwe dewam bikin.