Erdoğan: “Em bi Kanada re ortaxiya stratejik ava dikin”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney bi fermî seredana Ankara kir û ji aliyê serokomar Erdoğan de bi merasimekî fermî hat pêşwazîkirin.
Her dû lîder bi hevre civîna çapemeniyê li dar xistin û Erdoğan got:
“Encama hevdîtina me ya îro ew bû ku em têkiliyên xwe derdixin asta ortaxiya stratejik. Hecma bazirganiya me dê derê 5 milar dolarî û paşî dê derê 10 milyar dolarî.”
Carney, yekem serokwezîrê Kanadayê ye ku cara ewilî diçe Ankara û di ragihandina xwe de weha got:
“Gelek tişt hene ku kanada û Tirkiye bi hevre bikin. Hun dikarin wekî ortaxekî baweriya xwe bi Kanadayê bînin.”
Her dû teref di seha bergiriyê de zebta lihevkirinê îmza kirin. Jimara seferên di navbera Tirkiyê û Kanada de dê ji 12 seferan derxin 21 seferan.
Ajansa Kanada ya Pêşdebirina Îxracatê wê bi Turk Eximbank re bixebite.
Erdoğan ragihand ku potansiyelekî zêde di seha enerjiyê de, di navbera her dû welatan de heye.