TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Em di pistevaniya serweriya Ukraynayê û yekparçeyiya wê de berdewam in

Admin L
Nivîskar
📅 04 sibat 2022 14:36

PeyamaKurd Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy re civiya û diyar kir: "Ez dixwazim dubare bêjim, em di piştevaniya serweriya Ukraynayê û yekparçeyiya axa wê de tevî Qirimê, berdewam in."

Erdogan eşkere kir: "Ez dixwazim dubare bêjim, em di piştevaniya serweriya Ukraynayê û yekparçeyiya axa wê de tevî Qirimê, berdewam in. Tirkiye ji bo dawîlêhatina qeyrana di navbera 2 welatên dost û cîranê wê yên Deryaya Reş de, amade ye çi têkeve ser milê wê, bike."

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser girjiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de û got: "Me tekezî li wê yekê kir em dikarin bi kêfxweşî mazûvaniya hevdîtinên di asta serekan de yan jî yên teknîkî, bikin."

Di bedewamiyê de Erdogan qala peymanên bi Ukraynayê re hatin îmzakirin kir û destnîşan kir: "Civînên me yên îro û peymanên ku me îmza kirin, nîşaneya îradeya me ye ku em dixwazin hevkariya xwe ya stratêjîk pêşdetir bixin."

Erdogan diyar kir: "Em li ser gavên zêdekirina qebareya bazirganiya xwe ber 10 milyar dolaran ve, sekinîn."

Serokomar Erdogan herwiha got: "Li ser rewşa hevnijadên xwe di serî de Tatarên Qirimê ku weke pirdeke dostaniyê ya dîrokî ne di di nava me de, me nirxandin kirin."

Parve bike: