Erdogan: Em ê vê hefteyê bi Pûtîn re hevdîtinê bikin
PeyamaKurd-Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku ew ê di nav vê hefteyê de bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinek bikin. Erdogan got, ez wisa bawer dikim ku dê xalên çareseriyê, Stenbol û Enqereyê bin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, vê sibehê piştî nimêja Cejina Remezanê, pirsên rojnamevanan bersivand. Erdogan ragihand ku ew ê piştî Cejina Remezanê, bi Vladimîr Pûtîn re hevdîtinê bikin. Erdogan got, ‘Ez wisa bawer dikim dê çareseriya gavên ji bo rojhilatê Ukraynayê Tirkiye be, dê Stenbol û Enqere bin.’
Erdogan da zanîn ku ew di nav hewildanan de ne ku veguhestina kesên li Mariupolê lezgîntir bikin. Serokomarê Tirkiyeyê ragihand ku rayedarên Ukraynayê, ji bo hinardeya xurekan jî ji Tirkiyeyê daxwaza piştgiriyê kirine.