Cîhan
Erdogan: Em parvekirinên Sykes-Picot ên nû naxwazin
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê ragihand: "Em li herêma xwe parvekirinên Sykes-Picot ên nû naxwazin û em bi rêxistinên terorê yên wekî DAIŞ, PKK û FETOyê ra têdikoşin"
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji rojnameya La Figaroya Fransî re gotarek nivîsî, Erdogan bal kişand ku Komara Tirkiyeyê rêz li hemberî yekîtiya xaka welatên cîran nîşan daye û wiha got: "Ji ber wê rêzê ye ku em nîşanî cîranên xwe didin û herwiha ji ber wê erka ewlekariya gelên Ewropayê ye ku em jî di navê da ne, em li herêma xwe parvekirinên Sykes-Picot ên nû naxwazin û em bi rêxistinên terorê yên wekî DAIŞ, PKK û FETOyê ra têdikoşin."
Erdogan bi minasebeta 100emîn salvegera bidawîbûna Şerê Cihanê yê Yekemîn çûbû Fransayê û dema li wir ev gotar hat nivîsîn.