TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan êrîsa li ser hakem Umut Meler sermezar kir

Admin L
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2023 16:54

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ez êrîşa ku danê êvarê piştî maça MKE Ankaragucu-Çaykur Rizesporê li hakim Halîl Umut Meler hat kirin şermezar dikim û jê re şîfayê dixwazim."

Serokê Klûba MKE ya Enqereyê Faruk Koca piştî ku di pêşbirka Çaykur Rizesporê ya hefteya 15emîn a Lîga Super a Trendyolê de 1-1 mabû, êrîşî hakem Halîl Umut Meler kir.

Dema ku li Stadyûma Eryaman dengê fînalê derket Faruk Koca ket qadê û li hakem Meler xist. Hêzên ewlehiyê derdora Melerê ku bi derbeyê ket erdê.

Ji ber ku li hemberî bûyerê gelek bertek hatin nîşandan, Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşê de daxuyanî da û wiha got:

"Ez êrîşa ku danê êvarê piştî maça MKE Ankaragucu-Çaykur Rizesporê li hakim Halîl Umut Meler hat kirin şermezar dikim û şîfayê jê re dixwazim. Werzîş tê wateya aştî û biratiyê. Werzîş bi hêzê re li hev nayê. Em ê ti carî destûrê nedin ku tundûtûjî pêk were di werzîşa Tirk de.”

 
Parve bike: