Cîhan
Erdogan: Ez fêhm nakim çima Kurd HDPê hildibijêrin!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di televîzyona dewletê (TRT) de pirsên rojnamevanan bersivandin û got ku ez vê yekê fêhm nakim bê çawa hê jî HDP rayên Kurdan distîne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wiha berdewam kir: Rêxistina terorî ya PKKê dayîkên Kurdan giriyandine. Hê jî çawa ev PKK û ev HDP rayên Kurdan distîne ez fêhm nakim. Lê niha ez dibînim ku dewran digere. Mitîngên me yên Wan û Amedê pir baş bûn. Riha û Dîlok (Gaziantep) pir baş bûn. Niha li Riha û Amedê em gelekî li pêş in. Vê carê em ê Amedê bi ferqeke mezin bistînin. Mêrdîn jî wê wilo bibe.