TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan gotibû: “Eger Lîbya bixwaze em ê esker bisînin”

Admin M
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2019 02:20

PeyamaKurd- Meha borî serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan serokê LÎbyayê bo hevdîtinê qebûl kiribû û di peyde ragihandibû ku Lîbya bixwaze, wê bo wan leşker bişînin Lîbyayê. Niha bo hevkariya bi Lîbyayê re, li pey gotina Erdoğan  peymana ku hatibû îmzekirin, şandin serokatiya meclisa Tirkiyê û ji wê derê çû komîsyona karên derve ya meclisê. Piştî li serê hevdîtin çêbibe, wê here meclisê bo li serê biaxifin.

Li gor lihevkirina navbera her dû dewletan, li ser xalên jêrê lihev kirine:

- Perwerdehiya ewlekariyê û leşkerî

- Tetbîqatên hevpar

- Têkoşîna bi terorê û ya bi koçberiyê re

- Agahiyên îstîxbaratê û hevkariya operasyonan

- Hevkariya lojîstîk, hîbbe û sîstema lojîstîk

- Xizmetên tibbî yên leşkerî

- Parastina aştiyê, alîkariya mirovahî, operasyonên li dijî eşqiyatiya deryayê

- Nexşewarî

- Li ser daxwazê; avakirina baregeha “Parastin û Hevkariya Ewlekariyê”

Parve bike: