Cîhan
Erdogan îsareta operasyonên nû da
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan, ragihand ku eskerên wan di haziriya operasyonên nû de ne û her gavê dibe ku mudaxeleyeke nû were bihîstin.
Serokkomarê Tirkiyê her rojê behsa operasyoneke nû li ser Rojava an Başûrê Kurdistanê dike û navê Minbic û Şingalê tîne ser ziman.
Lê vê carê Erdogan nav neda û got:
"Eskerên me moralên wan bilind e. Di serê wan de hîç pirsxal tunene. Her gavê haziriya çûna ber bi hedefên nû dikin."