Cîhan
Erdogan ji ber YPGê telefonî Putin kir!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di telefonê de bi Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin re axivî. Her du serokomar di axaftina xwe de li ser mijarên aborî û enerjiyê ya di navbera her du dewletan de û li ser rewşa Sûriyê sekinîne.
Lê belê Serokomarê Tirkiyê Erdogan giraniya xwe daye ser mijara PYD/YPGê û gotiye divê bi rengekî qetî Rûsya nehêle ku tiştek bi dest PYD/YPGê bikeve. Erdogan gotiye divê Rûsya nehêle ku ti caran PYD/YPGê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de cih bigire.