TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan ji bo êrîsa Minbicê mohlet da Amerîka û Hêzên Kurd

Admin H
Nivîskar
📅 05 sibat 2019 20:31

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan di civîna heftane ya parlementoyê de gefa êrîşa Minbicê û Rojava xwar û got, ‘Heke terorîst ji Minbicê dernekevin, heta çend hefteyan mohletê me bidawî dibe.”

Erdogan  got, “Em li bendê ne Amerîka sozên ku dane me bicih werîne. Em amadekariyên xwe yên leşkerî jî berdewam dikin. Heka soza ku Amerîkayê daye bicih neyîne, emê navika xwe bi xwe jêkin.”

Erdogan diyar kir ku ew hurmeta yekparçeyiya siyasî û erda Sûriyê digirin û piştgiriyê didin pêvajoya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê û wiha domand: “Tekane rêya dabînkirina ewlekariya me, ziwakirina çavkaniyên rêxistinên terorê yên li Sûriyê ne. Ji bo wê jî em li Cûdî jî hen, emê li Qendîlê jî hebin.”

Erdogan herwiha got ku meseleya Minbicê ji ber ku hatiye sekinandin rejîma Sûriyê ji bo wê herêmê heweskar dibe û xelkê wê herêmê dixwaze bi misogeriya Tirkiyê pêşeroja xwe diyar bike.

Parve bike: