Erdogan: Li pist Amîralan CHP heye, hûn bivên nevên Kanal Îstanbul tê çêkirin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Çarşemê di gotara xwe ya koma AKPê de, li ser daxuyaniya bo parastina Peymana Montroyê ya Amîralên Xanenişîn, rexneyên tund li CHPê girtin û got, CHP li pişt wan amîralan e û daxuyaniya dijî Kanal Îstanbulê wekî hewla darbeyê li dijî deshilatdariyê pênase kir.
Erdogan got, pir zelal dibêjim. Di navenda wan amîralên xanenişîn de CHP heye. Di nav wan 104 kesan de yên ku niha endamên CHPê ne hene.”
Li ser mijara çêkirina Kanal Îstanbolê jî Erdogan diyar kir, “Hûn bixwazin nexwazin emê çêkin. Em vê havînê dest bi çêkirina wê dikin.”
Erdogan herwiha di axaftina xwe de, bersiva rexneyên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê krîza aborî û zêdebûna enflasyonê de jî da û got ku ew derewan dike û da xuyakirin, aboriya Tirkiyê li hember şokan bihêz bûye û krîzên kurewî bandorê lê nakin ku gelek welatên pêşketî jî li paş xwe hiştine.