Cîhan
Erdogan: Me dest bi operasyona Qendîl û Sincarê kir
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan ragihand ku li başûrê Kurdistanê bi 20 balafiran li 14 depoyên sîlih yên PKKê dane.
Erdoğan got ku balafirên wan bi hewa ketine û li hedefên nîşankirî xistine û dageriyane baregehên xwe. Erdoğan di dewama axaftina xwe de got ku wê Qendîlê ji asta ku bo Tirkiyê talûkeye, derxin û ew destûrê nadin ku PKK li Sincarê bicîh bibe.
Erdoğan texmîn dike ku wê bi tevgerên operasyonel dengên partiya xwe zêde bike.