TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Me elektrîk û gaz erzan kiriye, opozîsyon mijarê mezin dike!

Admin H
Nivîskar
📅 11 sibat 2022 21:05

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî derketina ji karantîneya vîrusa koronayê îro 11ê Sibatê yekem car derket pêşberî rojnamevanan. Erdgan piştî nimêja Înê derbarê nerazîbûnên ser zêdebûna bihayê elektrîk û gazê de got ku wan hemû erzanî kirine û diyar kir: “Rewşeke ku wekî opozîsyon mezin dike, li holê nîne.”

Erdogan li ser bihabûna elektrîk û gaza siruştî ku ev demek e li gelek bajaran fatoreyên zêde têne protesto kirin diyar kir, divê ew wan hewldanên opozîsyonê yên spekulatîf yên derbarê elektrîk û gazê de vala derxin û got, opozîsyon mijarê mezin dike, lê deshilatiya wan ji bo welatiyan rehet bike her tişt pêk aniye û her cûre erzanî jî kiriye.

Derbarê krîza Rûsya – Ûkraynayê de jî Erdogan got ku ew mijarê ji nêzîk ve dişopînin û hin gavên wan avêtine jî hene.

Herwiha Erdogan bibîr xist ku ew geşedanên Libyayê jî dişopînin û li ser asayîkirina pêwendiyên bi Ermenistanê re jî diyar kir ku hin geşedanên erênî di mijara Azerbaycanê de hene ku ew pê kêfxweş in.

Parve bike: