TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Me kûrahiya oeprasyonan bir heya Iraqê

Admin M
Nivîskar
📅 23 tebax 2022 02:33

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di stada Beytepe ya ku aîdê Akademiya Cendirme û Ewlehiya Peravê ye, di derçûna xwendevanên subay (zabit) û astsubayan de axifî. Erdoğan behsa operasyonên ku li Sûriyê destpêkiribûn kir û got ku Tirkiye kûrahiya operasyonan ji Sûriyê biriye heya Iraqê. Erdoğan di axaftina xwe de weha got:

“Girîngiya staretejîk ya Tirkiyê heye û erdnîgariya wê bilind e. Di vê herêma fireh de, her bûyerekî çêdibe bandorê li me dike. Tevliheviyên li Afxanistanê, şerê li Yemenê, zilm û êrîşên li Sûriyê, gengeşeyên li Balkanê û ji bilî cîranan krîzên di seha fireh de, bandorê li Tirkiyê dikin. Kî çi dibêje bila bêje, em nikarin pişta xwe bidin van deveran. Em nikarin deriyan bigrin û bêjin ‘çi ji me re’. Em nikarin bêjin Quds, Iraq, Yemen an Sûriye me eleqedar nake. Bi taybetî em qet nikarin weka Rojavayiyan bikin. Em dewletekî mezinin. Em bê zahmetiyan bibin ber çav, çi pêwist be em ê bikin û wezîfa wijdana me ye. Xelkên li herêmê birayên hev, mirovên hev in.”

Tayip Erdoğan her weha behsa operasyonên Tirkiyê ku li Iraqê û Sûriyê dike kir û weha got:

“Eger 10 hezar km ji dûr de bi tıran ji terorîstan re sîlih û muhîmmatan tînin û ew di derveyê sînorên xwe de operasyonan dikin, em jî di derveyê sînor de operasyonan dikin û ew ji operasyonên me aciz dibin. Bila li qûsûrê nerênin. Em di rêya xwe de dewam dikin. Wê roj were tarîx wan bidarizîne. Tenê gunehê me bi wan kesan tê ku giliyên me ji çapemeniya biyanî re dikin. Wê wext were ku dîrok wan bidarizîne.

Em ê balafirên bêmirov hilberînin, em ê balafirên şer û helîkopterên xwe jî hilberînin. Ji ber Yûnanistan xwe çekdar dike, Yûnan rexne nakin lê hema dengekî dertê, dibêjin; Tirkiye Yûnanistanê tehdîd dike. Na, ew kesê ji me re dijminahiyê bike, em dostaniya wî nakin. Lê em bê sedem dijminahiya ti kesî nakin.

Armanca me ew e ku em ji cîranên nêz destpêbikin û xetekî aştiyê çêbikin. Me biryarê daye, ew kesên ku kurtikê dînîtiyê li me kirine, em wî kurtikê dînîtiyê biçirînin û ji ser xwe bavêjin. Me rola Tirkiyê ya di şerê navbera Rûsya û Ûkrayna de derxist holê. Tirkiye serkeftiye. Welew hinek kesên di nav me de fêm nekin jî, hinek Tirkiyê teqdîr dikin. Em nahêlin teror bikeve nava me û em terorê di çavkaniya wê de difetisînin. Me kûrahiya operasyonê bir heya Iraqê.”

Parve bike: