TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Me nîsan da ku îdiayên dîktatoriyê pûç in

Admin L
Nivîskar
📅 25 gulan 2023 15:31

PeyamaKurd Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Me bi îradeya ku şeva 14ê Gulanê di sindoqan de derket holê, hemû îftirayên dîktatoriyê yên li hemberî Tirkiyeyê pûç kirin."

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê 14ê Gulanê de nirxandin kirin.

Erdogan ev daxuyanî da:

“Pêvajoya hilbijartinê ya ku welatê me tê de derbas dibe, ji bo têgihiştina bêhejmar rastiyan bûye alîkar.

Me di 14ê Gulanê de ne tenê hêza demokrasiya Tirkiyê li ser sindoqan dît, di heman demê de em bûn şahidê daxistina “pifdankên têgihanê”.

Îcar ew çi bûn?

Li hemberî Tirkiyeyê buxtanên “dîktatoriyê” bûn.

Ew kampanyayên riswakirinê bûn ku ji aliyê kesên ku nikarîbûn nîvê hilbijêran jî li welatê xwe bigihînin ser sindoqan hatin kirin.

Ew operasyonên psîkolojîk ên xapînok bûn ku di çapemeniya navneteweyî de li ser me hatin kirin.

Ev derew û xapandinên ku muxalefetê bi eşkere dubare kirin.

Siyaseta tirsê bû ku ji aliyê Serokê Giştî yê CHPê û şîrketa wî ve dihat meşandin.

Bi vîna ku di şeva 14ê Gulanê de di sindoqan de derket holê, me ev hemû pûç kir.

Me nîşan da ku îdiayên dîktatoriyê pûç in.

Me nîşanî miletê xwe da ku meriv ji bergê kovaran eyar nabe.

Me nîşan da ku îradeya Neteweya Tirk nayê zincîrkirin.

Me nîşan da ku hilbijartin bi derew, buxtan û bi siyaseta tirsê nayê qezençkirin.

Me nîşan da ku nepêkan e bi gotinên nefretê bikeve dilê gel.

Me nîşan da ku ji bo berjewendiyên siyasî bi cudaxwaz û endamên FETO re ne pêkan e ku bimeşin.

Li gel gelek rastiyên din, me careke din asta gihîştina demokrasiya xwe ya di 21 salên dawî de û dûrbîniya miletê xwe nîşanî hemû cîhanê da.

Me bi 85 milyon kesî re ev yek bi dest xist, dengên wan ji kîjan partiyê re dibe bila bibe.

Bi hêviya ku piştî 28ê Gulanê em ê van hemû destkeftiyên welatê xwe bi hev re hê zêdetir bi rê ve bibin."

 
Parve bike: