Erdogan: Operasyonê dest pê kir, emê berteref bikin!..
PeyamaKurd - Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan li ser medya civakî ragihand ku operasyona ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.
Erdogan got ku armanca wan tunekirina korîdora terorê ye.
Serokomarê tirk herwiha got, "Em ê gefa terorê berteref bikin û bi saya herêma ewle penaberên Sûrî vegerînin welatê wan. Emê yekparçeyiya Sûriyê biparêzin û hemû gelên herêmê ji terorê rizgar bikin."
Li aliyê din jî, piştî nûçeya Blomberg Newsê ku gotibû, hêzên artêşa Tirkiyê sînor derbas kirine, medya tirk jî ragihand ku operasyona ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.
Li gorî ragihandina medya tirk, yekîneyên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozisyonê ji hêla devera Resûleyn ve ji du aliyan ve ketine nav sînorê Rojavayê Kurdistanê û dest bi bombardimanê kirine.