Erdogan: Pêvajo ranewestiyaye, şikeftên PKKê têne valakirin
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan red kir ku pêvajoya çekdanîna Partiya PKKê rastî sistî yan astengiyan hatibe û got ku projeya wan a bi navê "Tirkiyeya Bêteror" bi biryarî berdewam dike. Erdogan got, piştî proseya tespît û teyîtê jî wê qonaxeke din dest pê bike.
Erdogan di dema vegera xwe ya ji serdana fermî ya Koreya Başûr de bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ku ew di vê pêvajoyê de tu gavan paşve navêjin û kar li gorî çarçoveya qanûnî bi rê ve diçe.
Erdogan destnîşan kir ku şikeft û baregehên PKKê yên li aliyê din ê sînor qonax bi qonax tên valakirin û kontrola dosyayê bi temamî di destê dewletê de ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê anî ziman ku çareserkirina pirseke bi vî rengî pêwîstiya wê bi rêveberiyeke hestiyar heye û got: "Em ê wan şikeftan bi temamî vala bikin û dê her kes bibe şahidê dawîhatina yekcarî ya terorê."