TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan spasiya Bahçelî û DEM Partiyê kir: Wê pirsgirêk bê şer û pevçûn çareser bibin

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2026 17:42

PeyamaKurd - Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 1ê Cotmehê di vekirina sala nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Erdogan, derbarê pêvajoya ligel PKKê hatiye destpêkirin daxuyanî dan û ji bo piştevaniya wan bi taybetî spasiya Serokê MHPê Devlet Bahçelî û DEM Partiyê kir.

Erdogan got ku çalakiyên terorî bi dawî bûne û PKK jî hatine qonaxa xwefesihkirinê û li ser pêngavên bêne avêtin wiha axivî:

“Yasaya çarçoveyî ligel şopandina pêvajoyê bikeve meriyetê. Dema gavên pêwîst hatin avêtin wê saziyên me yên pêwendîdar jî çi pêwîst be bikin. Êdî ji niha şûnde em ê pirsgirêkên xwe bê şer û pevçûn bi nîqaş û rêzgirtin çareser bikin ku dê ev yek mimkun bibe. Wê herwiha kêşûhewaya destûreke nû ya demokratîk û azad jî amade bibe.”

Parve bike: