Erdogan, Swêd û Finlandiyayê hisyar kir: Em ê erê nekin!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, îro li navçeya Fethiyeyê ya ser bi Muglayê ve ligel ciwanan danişîneke bi pirs û bersiv pêk hanî. Erdogan li ser pirsên di derbarê Swêd û Finlandiyayê de jî hişyariyên tund da herdu welatan.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, pirsa ciwanekî ya li ser xwepêşandanên li Swêdê ku peykerê wî hatibû daliqandin bersivand û got,
“Divê Swêd û Filandiya, nêzîkî 130 terorîstan radestî me bikin. Heger ew wan radestî me nekin, em ê endamtiya wan a NATOyê erê nekin. Me ji wan re got; Heger hûn terorîstên li cem xwe radestî me nekin, em nikarin vê li parlamentoyê qebûl bikin. Ji bo ev li parlamentoyê be qebûlkirin, pêwîst e ji 100î zêdetir, hûn nêzîkî 130 terorîstan bi lîsteyan bidin me. Lê mixabin nikaribûn vê daxwazê bi cih bînin.”
Erdogan bal kişand ser serdana Serokwezîrê Swêdê ku wan daxwaz kiriye kesekî ser bi rêxistina Gulen ê bi navê Bulent Keneş radest bikin, lê nehatiye radestkirin û got,
“Serokwezîrê wan ku kesekî ne xirab e hat serdana me. Di dema konferansa rojnamevaniyê de me jê re got ku kesekî bi navê Bulent Keneş heye, ji rêxistina Gulen e. Bulent Keneş radestî me bikin. Lê balkêş e daraza wan radestkirina Bulent Keneş red kir.”
Recep Tayip Erdogan, bal kişand ser xwepêşandanên Kurdan û xwepêşandanên alîgirên PKKê yên li Swêdê û got ku ji ber wan sedeman wan serdana Serokê Parlamentoya Swêdê ya ji bo Tirkiyeyê betal kiriye.
Erdogan got, “Helbet em berdewam li kolanên wan ên Stocholmê xwepêşandanên PKKê temaşe dikin. Em hişyariyan jî didin wan. Lê tevî hemû hişyariyan jî xwepêşandanên PKK û PYDê nayên rawestandin.
Niha jî serokê parlamentoya wan dê bihata serdana me, lê serokê parlamentoya me ev serdan betal kir. Tevî ku dê ev serdan pêk neyê, heger li Swêdê destwerdana vî karî nekin ew ê ragêşiya di navbera me û Swêdê de zêdetir bibe.”
Erdogan bi berdewamî da zanîn ku ne tenê li Swêd û Finlandiyayê, bi heman awayî li Almanya, Fransa û Brîtanyayê jî çalakî û xwepêşandanên PKKê berdewam in û got ku“Mixabin ev rêxistinên terorê, li hemû cihan çalakiyên xwe berdewam dikin. Em ê jî wekî Tirkiye, li hember wan helwesta xwe diyar bikin.”