TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û AKPê 2 rojnamevanên din dan qewirandin

📅 11 gulan 2018 00:23

PeyamaKurd -  Piştî ku Koma Medyaya Dogan ji aliyê Koma Demirorena nêzîkî AKPê hat kirîn 2 rojnamevanên din ên ku neçûbûn rêza Erdogan hatin qewirandin.

Li gor xeberên medyaya Tirkiyê, rojnamevan Îsmaîl Saymaz ji rojnameya Hurriyetê û qenala CNN Turkê, Nevzat Çiçek jî ji CNN Turkê hatin qewirandin.

Ev herdu rojnamevan neçûbûn rêza wan kesên ku bê qeyd û şert serî li ber Erdogan û desthilata wî tewandibûn.

 

Medyaya Dogan çendak berê ji aliyê Koma Demirorena girêdayî AKPê hatibû kirîn.

Parve bike: