TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û Bahçelî li pey tifaqeke nû ne!

📅 22 mijdar 2018 01:22

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê partiya nijadperest MHPê Devlet Bahçelî ji bo tifaqeke nû civiyan.

Hevdîtina herdu lîderên Tirk qederê seetekê dewam kir û mijar hevpeymana ji bo hilbijartina şaredariyan bû. 

Berî bi du hefteyan Bahçelî ragihandibû ku di hilbijartina şaredariyan de tifaq tuneye û dê herkes bi serê xwe bikeve pêşbaziyê 
Lê belê tê texmînkirin ku herdu aliyan jî encamên ankêtan ên ku hatin ber destên wan neecibandin û tirsa wan a windakirina hilbijartinê ew mecbûrî tifaqê kirin. Ne diyar e ka dê tifaqê bikin yan na, lê belê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ragihand ku, "Hevdîtineke giring û sûdmend hat encamdan. Di warê hevkariya di hilbijartinên mehellî de, em gihiştine xaleke giring." Ev jî nîşan dide ku wê formuleke din bibînin.

Parve bike: