Cîhan
Erdogan û Bahçeli li ser rewsa awarte li hev kirin!
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokê partiya MHPê Devlet Bahçeli li hev civîn û biryar dan ku careke dî rewşa awarte neyê dirêjkirin.
Piştî Hilbijartina 24ê Hezîranê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokê partiya MHPê Devlet Bahçeli cara pêşî hatin cem hev. Di civînê de rewşa awarte, leşkeriya bi pereyan, serokatiya meclîsê û hikûmeta nû hatin axaftin.
Li gorî çapemeniya Tirkiyê Erdogan û Bahçeli li hev kirin ku careke dî rewşa awarte neyê dirêjkirin. Li ser leşkeriya bi pereyan jî hinek îstîşare wê bidomin.