Cîhan
Erdoğan û İlham Aliyev hevdîtinekî pêkanîn
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiye Recep Tayip Erdoğan di çarçoca zîrwa Şanghayê de li payîtexta Kirgizîstanê li Bişkekê ye û li wê derê bi serokê Azerbeycanê İlham Aliyev re hevdîtinekî kir.
Di hevdîtina bi Aliyev re li ser mijarên têkiliyên duqolî û herêmî axifîn.
Di pêvajoya zîrwê de wê serokên dewletên endam ên Şanghayê, têkiliyên dîplomatîk bi hev re bimeşînin.
Di zîrwê de serokê Çînê û yê Kirgizîstanê jî hevdîtin kiribûn û peymanên stratejîk yên mayînde bi hevre îmza kiribûn.