Cîhan
Erdogan û Lavrov civiyan
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 7ê Nîsanê li Enqereyê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir.
Hat ragihandin ku civîna Erdogan û Lavrov ji medyayê re girtî hatiye kirin û piştî civînê jî ti daxuyaniyek nehat dayîn.
Lavrov beriya hevdîtina ligel Erdogan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re civiyabû û herdu wezîr derketibûn pêşberî rojnamevanan.
Sergeya Lavrov di civîna hevpar a rojnamevanî de gotibû, “Bi taybetî me cihekî fireh da mijara Suriyeyê. Pêwendiyên Tirkiye û Suriyê, bi rêya Rusyayê asayî dibin. Di mehên Adar û Nîsanê de serokên îstîxbaratê civiyan, paşê civînek çaralî li ser asta cîgirên wezîrên ji Moskowê hat lidarxistin.”