Erdogan û Merkel bi rêya vîdeokonferansê civiyan
PeyamaKurd – Bi rêya vîdeokonferansê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê çend mijaran bi Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re civiya û diyar kir: “Yekîtiya Ewropayê di derbarê rewşa rojhilatê Deryaya Spî de ketiye bin zexta Yewnan û Qibrisê.”
Li gor zanyariyên ji medya Tirkiyê, Fermangeha Peywendiyan a ser bi Serokomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê da zanîn: “Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe de li gel Şêwirmenda Almanyayê behsa wê yekê kiriye ku divê Ewropa ji bo berjwendiyên biçûk ên hinek endamên Yekîtiya Ewropayê, berjewendiyên xwe yên mezin neke qurbanî.”
Herwiha hat ragihandin: “Erdogan daxuyaniyên serkirdeyên Ewropayê rexne kiriye û ji Merkel re gotiye ku daxuyaniyên van demên dawî hatine dayîn, regez nehiştin û çareserkirina kêşeyan tê de nebû û ti zemîneke guncaw ji bo danûstandin û hemahengiya navbera Ewropa û Tirkiyê pêk neanîne.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Serokomarê Tirkiyê eşkere kiriye ku Yekîtiya Ewropayê ketiye bin zexta Yewnan û îdareya başûrê Qibrisa Rûmî. Tirkiye niyetpakiya xwe nîşan daye, lê li ber çavan nehatiye girtin.”
Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji Qibrisê re dan zanîn, ku ew dê ji bo zextkirin û sepandina cezayên bo Enqerê hewl bidin.