TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan û Merkel di rêya online de axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 09 sibat 2021 02:16

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîra Almanya Angela Merkel di rêya online de axifîn. Mijara axaftina wan têkiliyên duqolî, têkiliyên Tirkiyê-Yekîtiya Awrûpayê û mijarên herêmî bûn.

Li gor ragihandna serokatiya danûsitendinê ya serokkomariya Tirkiyê; di axaftina her dû serokan de li ser hevkariya navbera Almanya û Tirkiyê û hem li ser tiştên hevkariya wan xurt bike jî axifîne.

Erdoğan di hevaxaftina xwe de ragihandiye ku dixwaze bi rojevekî erênî têkiliyên xwe bipêş bixin û ber bi zîrwe ya adarê, di wê wextê de têkiliyên xwe bipêş bixin û karibin derbasî hevdîtinên teknîkî bibin.

Daxwazeka Erdoğan ew bû ye ku mutabaqata 18 ê adarê rojane bikin û bo mutabaqatê dest bi xebatê bikin. Daxwazeka dinê jî ew e berya serokatiya Portekîzê ya dewrê biqede, zîrweyekî Tirkiye-YA yê lidar bixin.

Parve bike: