Cîhan
Erdogan û Rûhanî li ser çend pirsan bi rêya telefonê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Bi rêya telefonê, Serokê Komara Îslamî yê Îranê Hesen Rûhanî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotûbêj kir û behsa şerê Qerebaxê û pêwendiyên di navbera her du welatan de kirin.
Di rêya telefonê Hesen Rûhanî destnîşan kir, her sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsya dikarin bi hemahengiya li gel hev û di çarçoveya yasayên navdewletî de rêzgirtina serweriya pirsgirêka herêma Nagorno-Qerebaxê çareser bikin û aramî vegere herêmê.
Rûhanî da zanîn, Tirkiye li ser parastina asayîşa sînorên xwe yên li gel Ermenîstan û Azerbaycanê rijd e.
Li ser qeyrana Sûriyê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî eşkere kir, Tehran dixwaze bi hemahengiya Rûsya û Tirkiyê pirsgirêkên Sûriyê werin çareserkirin û yekparçebûna axa Sûriyê were parastin.