Erdogan wê îro li parlamentoyê sond bixwe
PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan wê îro li parlamentoyê sond bixwe.
Bi derketina encamên hilbijartinên 2023an re, Erdogan wê pêşî erka xwe ji Serokê Demî yê TBMMê Devlet Bahçelî werbigire û piştre li Meclîsê sond bixwe.
Meclîs wê ji bo merasîma sondxwarina Erdogan mêvandariya serokê welatên derve bike. Ji bilî Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg, 20 serkirdeyên cîhanê jî wê li Meclîsê amade bin û li merasîma sondxwarinê temaşe bikin
Di merasîma sondxwarinê ya Erdogan de, ligel lîderan wê ji 45 welatan wezîran beşdar bibin.
Erdogan piştî sonda serokomariyê wê biçe Anitkabîrê. Dûre jî wê li gel leşkerên hespan biçe Qesra Serokomariyê. Merasîma vekirina dewreyê jî wê li vir bê lidarxistin. Hate hînbûn ku Erdogan wê bi lez û bez dest bi trafîka xwe ya dîplomasiyê bike ku ji ber hilbijartinê rawestiya.
Mêvanê yekem ê Serokomar jî dê Emîrê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb Mihemed Bin Zayed en-Nahyan be.
Erdogan êvara sondxwarinê li Qesra Çankayayê di civîna ku li dar xist de ji endamên berê yên kabîneyê xatir xwest.