Erdogan xwest ji Biden 40 balafirên nû bikire
PeyamaKurd – Tirkiyê xwest bikeve navbera Rûsya û Ûkraynayê da wan lihev bîne. Tirkiye, wezîrên karên derve yê Rûsya û Ûkraynayê anî cem hev lê ti encameka erênî jê derneket. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi serokê Amerîkayê Joe Biden re 45 deqe axifî
Erdoğan di serî de behsa civîna wezîrên karên derve yê Ûkrayna û Rûsyayê kir. Di peyde behsa pêdiviya nûkirina balafirên Tirkiyên F-16 an û behsa kirîna kirîna 40 balafirên nû kir ku dixwaze ji Amerîkayê bikire. Erdoğan xwest ew neheqiyên ku heya niha li Tirkiyê hatine kirin bên berterefkirin.
Berdevkê Koşka Sipî Psaki ragihand ku Erdoğan û Biden axaftinekî êrênî kirine û Biden ji Erdoğan raziye ku hewla dîplomasiyê kiriye da Rûsya û Ûkraynayê lihev bîne. Psaki her weha di mijara balafiran de got ku dibe piştgiriyê bidin daxwazên Tirkiyê.