TR KU SO
FB X
Cîhan

Erdogan: Yek ji êriskarên mîtînga AK Partiyê hate girtin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 11 sibat 2024 21:59

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku yek ji êrişkarên êriya li dijî mîtînga AK Partiyê ya li navçeya Kuçukçekmeceya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, hatiye girtin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku yek ji kesên ku duh li Stenbolê li dijî mîtînga AK Partiyê ya ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Namzedê Şaredariya Kuçukçekmece yê AK Partiyî Aziz Yeniay de pêk hatibû de, êrişa çekdarî pêk anîbûn hatiye girtin û ji bo girtina êrişkarên din jî xebat têne domandin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya duh di peyama xwe ya di derbarê bûyerê de parve kiribû de gotibû: "Îro di derdora demjimêr 16.30an de li cihê ku endamên partiya wan namzedê AK Partiyê yê Kuçukçekmeceyê Aziz Yeniay didan nasîn, bi çeka lûleyî ya dirêj hatine gulebarankirin."

Yerlikaya diyar kiribû ku di êrişê de welatiya jin a bi navê E. G. D. birîndar bûye û dabû zanîn ku di derbarê êrişê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Parve bike: