Cîhan
Erebistan a Si’ûdiyê bo ziyareta Kabeyê car din îzin da
PeyamaKurd- Rêvebiriya Erebistana Si’ûdiyê roja çarşemê, bi sedema koronavîrusê Kabeyê bo ziyaretê girtibû û nedihişt kes here ziyareta Kabeyê. Niha biryarnameyeka dinê derxistin û tenê kesên diçin Umreyê wê Kabê ziyaret nekin lê xelkê din dikaribe Kabê ziyaret bike.
Serokê kar û barên Heremeynê Abdurrahman es-Sudeys, bo ajansa Erebistanê bo SPA yê ragihand ku Kabe, bi fermana qraliyetê ji serê siba û pê de, îzin daye ku ji bilî umrevanan kes dikarin herin seredana Kabeyê.