TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistan bertek nîsanî Amerîka da

Admin M
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2018 22:09

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump gotibû; eger kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı li Erebistana Si’ûdiyê îsbat bibe, wê bi awayeka giran bê cezakirin. Di encama vê gefa Trump de Erebistana Si’îdiyê bersiva Trump da.

Ajansa dewleta Siûdiyê SPA ragihand ku wê Erebistan tehdîdan qebûl neke û eger pêngaveka neyînî ji aliyê Amerîka de bê avêtin, wê Erebistan bersiva Amerîkayê bide.

Trump ragihandibû ku Kaşıkçı mirovekî rojnamevane û ji aliyê Si’ûdiyê de tiştek hatibe serê wî, dê Erebistanê ceza bike. Trump berê jî gotibû; eger ne ji Amerîka be, Erebistan bi serê xwe nikare du hefte xwe li ser lingên xwe bigre.

Ragihandinên Trump bo qralê Si’îdiyê weka şoq tên lê piştgiriya herî zêde bo Trumpî ji Erebistanê tê kirin.

Parve bike: