TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistan daxwaza Tirkiyê qebûl nekir

Admin M
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2018 19:27

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji Erebistana Si’ûdiyê xwest ku kesên di nava kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı de ne bidin Tirkiyê da li Tirkiyê bên darizandin lê Erebistana daxwaza Erdoğan qebûl nekir.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê Adil el Cubeyr di konferanseka ku Li Bahreynê de hat kirin axifî û got ku her dû dewlet di mijara Kaşıkçı de bi hevre dixebitin. Cubeyr got ku wê gumanbar li Erebistanê bên darizandin.

Kesên ku navên wan di kuştina Cemal Kaşıkçı de derbas dibin hemû hemwelatiyên Erebistanê ne. Dozgerê Erebistanê bo mijara Kaşıkçı roja bazarê diçe Tirkiyê û wê bi dozgerê Tirkiyê yê ku dawa Kaşıkçı dimeşîne re hevdîtinan bike.

Parve bike: