Cîhan
Erebistan li 4 herêmên Yemenê agirbesê qebûl kir
PeyamaKurd- Wall Street Journal a rojnameya Amerîkî roja înê ragihand ku Erebistana Si’ûdiyê qebûl kiriye da bi li Yemenê bi Hûsiyan re bo 4 herêman agirbesê îmza bike. Di nava ciyên agirbesê de bajarê Sana jî heye. Eger agirbes di 4 herêman de dewam bike dibe ku herêmên agirbes lê hatine îlankirin firehtir bibin.
Rojname, di heman nûçeyê de ragihandiye ku dibe Hûsî bo Erebistan û Amerîkayê soz dabe da ji Îranê xwe dûr bixin. Bloomberg jî ragihand ku bi agirbesê re, bihayê petrolê %1.5 daketiye.
Li gor tê gotin di navbera Hûsiyan de, di mijara têkiliyên bi Îranê re dijîtî hene û piştî êrîşên ser Aramco ya Erebistanê destpêkirine.