Cîhan
Erebistan perekî zêde dixe bazara Hindistanê
PeyamaKurd- Balyozê Erebistana Si’ûdiyê yê li Yeni Delhiya Hindistanê Dr. Saûd bîn Muhammed el-Satî ragihand ku Erebistan difikire di warê enerjiyê, safîkirin, petrokimya, avahiyên bingehîn, zîraet, mîneral û di seha maden de, bi tevahî dixwaze li dora 100 mîlyar dolarî pere bixe bazara Hindistanê. Ajansa Hindistanê ya bi navê Press Trust of India (PTI) ragihandina balyozê Erebistanê belav kir.
Di ragihandinê de El Satî got ku welîahdê Erebistanê Muhammed Selman dixwaze Erebistan bi stratejiya xwe ya heya sala 2030an xwe ji berhemên petrolê û petrolê rizgar bike û xwe bi petrolê ve girênede. Balyoz got ku Hindistan bo wan bazareka gelek başe û di navbera wan de bi hecma 34 mîlyar dolar tîcaret heye û dewam bike.