Cîhan
Erebistana Si’ûdiyê îsal hecacan qebûl nake
PeyamaKurd – Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku îsal ji welatên derve hecacan qebûl nake û tenê hemwelatiyên xwe û kesên di wexta hecê de li Erebistanê ne dê qebûl bike.
Ajansa fermî ya dewleta Erebistanê ragihand ku bo îbadeta hece îsal dê 60 hezar kesî qebûl bike û dê ew kes ji nav qraliyeta Erebistanê bin. Li gor beyana Erebistanê; ev jimare bo hemwelatiyan û kesên îqama wan li Erebistanê hene ye.
Sala borî tenê hezar kesên biyanî yên îqama wan li Erebistanê hebûn karibûn tewafa hecê bikin.