TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistana Siûdî balyozxaneya xwe ya Somalî ji nû ve vekir

Admin L
Nivîskar
📅 20 mijdar 2021 13:59

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir, Erebistana Siûdî, balyozxaneya xwe ya li Mogadishu ya Somalî ji nû ve vekir.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî ragihand.

Şandeyeke dîplomatîk a Erebistana Siûdî, di meha Hezîranê de serdana Somalî kiribû û li ser vekirina balyozxaneyê xebitîbû.

Balyozxaneya Erebistana Siûdî ya Somalî, berê li Kenya ya cîran kar dikir.

Parve bike: