TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistana Siûdî ji bo peymana nukleerî bangewazî li Îranê kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2021 00:00

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Erebistana Siûdî îro 21ê Nîsanê ragihand, divê Îran ji bo  li herêmê alozî dernekevin danûstandinê ligel aliyên peymana nukleerî bike.

Erebistana Siûdî di demek ku hevdîtinên li Vîyaneyê yên peymana nukleerî têne kirin û Amerîka jî ji nû ve vedigere peymana 2015an ev bangewazî li Îranê kir.

AjansaWas a Siûdiyê daye xuyakirin ku Encûmenaa Wezîran a Erebistana Siûdî ya bi serokatiya Şah Selman ragihandiye: "Divê civaka navdewletî bigihîje peymanên bihêztir da ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe."

Hêjayî bibîrxistinê ye, di heyama seroktiya Trump de, sala 2018an Amerîka ji peymana nukleerî ya ligel Îranê vekişiyabû û dorpêçên girantir li ser Îranê ferz kiribûn ku niha rêveberiya Joe Biden dixwaze li peymanê vegere.

Parve bike: