Cîhan
Erebistana Siûdî qedexeya 40 salan betal kir
PeyamaKurd – Erebistana Siûdî qedexeya 40 salan berdewam dike ya dema nimêjê girtina dikan û kargehan betal kir.
Beriya niha dema saetên nimêjê qedexe bû dikan vekirî bin.
Li gorî biryara rêveberiya Riyadê, êdî wê di dema saetên nimêjê de dikandar û mişteriyên wan bikaribin li dikanên xwe nimêj bikin û dikanên wan jî neyên girtin, vekirî bimînin.
Hat zanîn ku ev biryar di çarçoveya tedbîrên koronayê de hatiye wergirtin daku qelebalix li ber dikanan çênebe.