TR KU SO
FB X
Cîhan

Ergil: “Tirkiye ji tirsa Kurdan xilas nebû!”

Admin V
Nivîskar
📅 09 îlon 2018 12:16

PeyamaKurd- Siyasetzanê Tirk Prof. Dr. Dogu Ergil li ser rewşa Idlibê, pêşeroja Sûriyê û rewşa Kurdan ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku Tirkiye ji destketiyên Kurdan yên li Sûriyê tirsiya û got ku ev destketî wê Tirkiyê parçe bikin. Ergil got ku Tirkiyê aqilê xwe û ruhê xwe ji vê tirsê paqij nekir.

Siyasetzanê Tirk Prof. Dr. Dogu Ergil li ser rewşa Idlibê, pêşeroja Sûriyê û rewşa Kurdan ji çapemeniya Kurdî re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Ergil wiha dewam kir: “Tirkiye Otonoma ku wê Kurd bi dest bixin, ji xwe re wekî tehdîd dibîne. Rêvebiriya Tirkiyê û gelê wê jî wilo difikire ku Kurd li derveyî Tirkiyê jî dewletekê ava bikin, taliyê ew ê Tirkiyê jî parçe bike.

Ergil got ku tu pirsgirêka Tirkiyê bi rêvebiriya Sûriyê re nîn e. Lê heke li Sûriyê Herêma Kurdan ya Otonom were avakirin, Tirkiyê wê li dijî vê yekê derkeve. Tirsa mezin ya Tirkiyê ew e ku destketiyên Kurdan wê bandorê li ser Tirkiyê bikin û Taliyê jî wê Tirkiyê parçe bikin. Tirkiyê aqilê xwe û ruhê xwe ji vê tirsê paqij nekir.

Parve bike: