Cîhan
Êrîs birin ser mizgeftê: 42 mirî
PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê, li eyaleta bi navê Adamawayê du kesên xwekuj di wextê limêja nîvro de xwe bi bombe kuştin û di encamê de 42 kes jiyana xwe dan û 68 kes jî birîndar bûn.
Birîndarên ku birine nexweşxaneyan gelek giranin û dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe. Kes qewimandinê negirtiye ser xwe lê gumana herkesî li ser rêxistina Boko Haram e.