TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîs birin ser qereqolê: 8 polîs hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2019 03:24

PeyamaKurd – Milîtanên Talîbanê li wîlayeta Gor a rojavayê Afganistanê êrîş birin ser qereqoleke polîsan û di encamê de 8 polîs hatin kuştin.

Cîgirê Parêzgarê Gorê Habibullah Radmaniş ragihand, Talîbanê êrîş biriye ser qereqola Band Bayan a bajarê Gorê û heta demekê qereqol di bin kontrola wan de maye.

Radmaniş da zanîn ku dema êrîşê kêm ji milîtanan hatine kuştin.

Berpirsê Nexweşxaneya Gorê Muhammed Nasir Nazirî jî ragihand ku di êrîşê de 8 polîsan can daye û 5 polîsên birîndar jî têne dermankirin.

Parve bike: